Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un bi hevser û keça xwe re li pêşangeheke mezin a pîşesaziya cil û pêlavan xuya bû; ev jî wekî bersiveke pratîkî hat ji bo rêzek gotinên berbelav ên medyaya Brîtanî û rojavayî, ku îdîa dikirin navborî rastî xwînrijandina mejiyê hatiye û li nexweşxaneyeke Çînê jiyana xwe ji dest daye.
Xuya bûna Kim piştî wê hat ku di çend rojên borî de rojnameya "The Sun" û hejmarek ji medyaya Brîtanî, bi piştrastin li ser gotinên nezelal ên çalakvanekî Çînî, belav kiribûn ku tenduristiya rêberê Koreya Bakur di rewşeke gelek xirab de ye û ji ber nebûna kapasîteya bijîjkî ya pêwîst li welatê xwe, bi lez bo Nexweşxaneya Bijîjkî ya Yekîtiyê li Pekînê hatiye veguhastin. Gotinên derewîn heta wê astê gihiştibûn ku îdîa dikirin navborî ketiyê komayê, mirî ye û cenazeyê wî bi veşartî vegerandiye, herwiha îdîaya ku guya Pekîn nêzî 9,000 leşker şandine Pyongyangê da ku desthilat bêyî derketina şerê navxweyî ji bo keça wî "Kim Ju-ae" were veguhestin.
Lê Ajansa Deng û Ragihandina Fermî ya Koreya Bakur bi belavkirina dîmen û wêneyên serdana îro, sêşemê, ya Kim Jong-un, hemû ew propagandayan derew derxist, ku tê de ew bi tenduristiyeke baş û bi hevaltîya hevsera xwe "Ri Sol-ju" û keça xwe, bi serkeftî di nav hilberên pêşangehê de digeriya. Di wê pêşangehê de zêdetir ji 70,700 parçe cilên ji 30 cureyên cuda, ligel zêdetir ji 170,000 cot pêlavên ji 60 modelên cihêreng hatin pêşandan, ku hilberên kargehên navxweyî yên welatê ne.
Rêberê Koreya Bakur di nav axaftinekê de kêfxweşiya xwe ji pêşketina bilez a kelûpelan anî ziman û tekez kir ku ev destkeftî delîlên zelal in li ser rastî û jîndariya siyaseta partiya desthilatdar ji bo rakirina cudahiyên di navbera bajar û herêmên kêlekî de. Ev jî di çarçoveya wê stratejiyê de ye ku Kim di sala 2024 de ragihandibû, ji bo avakirina kargeheke nû li 20 bajarokan di her salekê de û ji bo heyama 10 salan, bi armanca pêşxistina binesaziya xwebijîna welatiyan li seranserê welat.







