Aliyên siyasî yên Iraqê piştî çend mehên rawestanê gihiştin lihevkirina dawî bo dagirtina neh wezaretên vala û çar postên cîgirên serokwezîr di kabîneya Elî Zeydî de, û biryar e ku navên namzedan vê hefteyê ji bo dengdana baweriyê bişînin parlamentoyê.
Piştî çend mehên rawestanê ya siyasî, hikûmeta Iraqê nêzîkî çareserkirina rewşa neh wezaretên vala yên kabîneya xwe bûye û aliyên siyasî li ser dagirtina van postan û destnîşankirina çar cîgirên serokwezîr gihiştine lihevkirineke dawî.
Li gorî agahiyan, di dabeşkirina postan de, Dewleta Hiqûqê her du wezaretên (navxwe û perwerdehiya bilind) bi dest dixe, Tevgera Esayibên Ehli Heq postên (cîgirê serokwezîr û wezareta kar) werdigire, herwiha wezareta avakirinê dibe ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, wezareta çandê ji bo Hevbendiya Ezim û wezareta ciwanan û werzîşê ji bo Rêça Hikme hatine destnîşankirin. Di heman demê de, (Nayif El-Şemerî) wek namzedê posta wezîrê berevaniyê hatiye destnîşankirin.
Ev lihevkirina aliyên siyasî di demekê de ye ku Bexda û Washingtonê li ser kontrolkirina çekên koman heta havîna sala (2027) gihiştine têgihiştinekê. Herwiha tê payînkirin ku di vê hefteyê de navnîşa dawî ya namzedan ji Encûmena Nûneran re bê şandin, da ku li ser wan dengê baweriyê bê dayîn û hikûmeta Elî Zeydî bi tevahî bê avakirin.







