Hinek berê, çekdarên rêxistina terorîst a DAİŞê li bajaroka Hewîceyê bi çekê qaynasê êrîşî hêzên tabûra 1ê lîwaya 9ê polîsên federal kirin.
Îro duşem 5ê Çirîna yekemê, saet 8:00ê êvarê, terorîstên DAİŞê bi çekê qaynasê li nuqteyekê kontrolê ya tabûra 1ê lîwaya 9ê lîwaya 3ê polîsên federal, li nêzî gundê (Berxaliyê) yê girêdayî bajaroka Hewîceyê, gule reşandin.
Helo Cebarî, nûçegihanê (Kurdistan TV) li Kerkûkê, derbarê êrîşê de ragihand: di encama vê êrîşê de karmendekî polîsê bi navê Bekir Macid jiyana xwe ji dest daye û 4 karmendên din birîndar bûne. Di heman demê de êrîşê zirara maddî jî çêkiriye û kamerayeke germî ya leşkerî, ku ji bo çavdêriya herêmê dihat bikaranîn, ji aliyê çekdaran ve hatiye xerakirin.
Tevî ku hêzên ewlekariya Iraqê li herêmê hene, lê hebûna terorîstên DAİŞê û tevgerên wan li wan deveran metirsî çêkiriye.







