Di encama êrişeke mûşekî ya çekdarên Hûsî li ser baregeheke hêzên girêdayî hikûmeta Yemenê li parêzgeha Şebûweyê de, hejmara kuştiyan kêmî 50 kesan bûye, di heman demê de zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bûne ku rewşa tenduristiya beşek ji wan ne aram e.
Fehd Xelîfî, cîgirê parêzgarê Şebûweyê, di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a Frans Pres re eşkere kir ku hejmara miriyan ji ber êrişê gihiştiye 50 kesan, di demekê de ku di destpêkê de çavkaniyên leşkerî behsa kuştina 30 kesan dikirin, lê ji ber giraniya birînên kesên birîndar re hejmar zêde bûye.
Cîgirê parêzgarê Şebûweyê herwiha amaje bi vê yekê kir ku ji ber zêdebûna hejmara birîndaran, nexweşxaneyên li sînorê parêzgehê rastî tijbûna kapasîteya pêşwaziyê hatine, bi awayekî ku êdî nikarin wê hejmar mezin a qurbanan li xwe bigirin. Ji ber vê yekê, bi neçarî hemû ew birîndarên ku rewşa tenduristiya wan pir xeter e, bo nexweşxane û navendên tenduristiyê yên her du parêzgehên cîran, Hizeremewt û Edenê, hatine veguhestin.







