Serokwezîrê Iraqê, Elî Falih Zeydî, roja Çarşemê li bajarê Riyadê bi Velîahdê Padîşahiya Erebistana Siûdî, Şehzade Mihemed bin Selman re hevdîtin kir.
Di vê hevdîtinê de, dawîn pêşketinên herêmî û hemahengiya di navbera her du welatan de ji bo xurtkirina ewlehî û îstîqrara herêmê hatin nîqaşkirin û lêkolînkirin.
Serokwezîrê Iraqê bi tundî êrîşên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya «Melik Xalid» li Riyadê şermezar kir û got: «Her cure êrîşek li ser sivîlan û sazgehên medenî gefek e li ser ewlehiya herêmê.»
Zeydî li ser helwesta qetî ya Iraqê ku nahêle axa vî welatî ji bo her cure destdirêjiya li dijî ewlehiya Erebistanê û welatên herêmê were bikaranîn, tekez kir û di heman demê de pabendbûna Iraqê bi prensîbên cîrantiyên baş û rêzgirtina serweriya welatan nîşan da.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, têkiliyên di navbera Bexdayê û Riyadê de û awayê pêşxistina wan di hemû waran de hatin nirxandin; bi taybetî bal li ser hevkariya ewlehiyê ya di navbera her du welatan de ji bo rûbirûbûna bi dijwarîyên ewlehiya herêmî hat danîn. Li hember vê, Velîahdê Erebistanê piştgiriya Padîşahiya wî welatî ji hewldanên hikûmeta Iraqê re ji bo xurtkirina diyalogê û pêkanîna îstîqrarê li herêmê ragihand.







