Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku Tehran kontrola tevahî ya Tengê Hormuzê winda kiriye û hinardekirina neftê bi rêya vê rêgeha stratejîk vegeriyaye nêzî asta berî destpêkirina pevçûnanê.
Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, di dema serdana xwe ya bajarê Atînayê, paytexta Yewnanistanê, de ji rojnamevanan re ragihand: Tengê Hormuzê vekirî ye û qas û nefta ku niha ji wê derbas dibe, nêzîkî wê astê ye ku berî destpêkirina van pevçûnan hebû. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku Îran kontrola tevahî ya tengê winda kiriye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha amaje kir ku ceza aborîyên Amerîkayê bûne sedema ku aboriya Îranê rûbirûyî hilweşînek tevahî û berfireh bibe û niha welat di rewşeke aborî ya pir dijwar û hestiyar de ye.
Derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de, Rubio tekez kir ku Îran çend derfetên gihîştina lihevkirinekê bi Amerîkayê re winda kiriye. Wezîrê Derve yê Amerîkayê helwesta welatê xwe bi tundî dubare kir û got: Îran nebe xwediyê çekên nukleerî, ev tiştekî sade ye û dawîya çîrokê ye. Her lihevkirinek ku bi Tehranê re bê kirin, divê ew misoger bike ku Îran qet nebe xwediyê çekên nukleerî.
Ev gotinên Rubio nîşaneyeke zelal in ku Amerîka di stratejiya zexta zêde ya li dijî Îranê de berdewam e û li ser dosyeya nukleerî tu tavdanê nake.







