Mihemed Al Jaber, balyozê Erebistana Siûdî li Yemenê, ragihand ku tengava stratejîk a Bab el-Mendeb ji destê komên çekdar ên Hûsiyan hatiye paqijkirin.
Navborî di peyamekê de ku li torên civakî belav kiriye, ew destkeft wek serkeftinek ji bo gelê Yemenê û tevahiya neteweya Ereb bi nav kiriye. Heta dema amadekirina vê nûçeyê, aliyê Hûsiyan li hember vê ragihandinê tu reaksiyonek nîşan nedaye.
Di heman demê de, çavkaniyek leşkerî ya Yemenê ji ajansa Anadolu re ragihandiye ku îro înê, hêzên hikûmeta Yemenê bi piştgiriya rasterast a Hevbendiya Ereban, operasyoniyeke leşkerî ya berfireh ji bo kontrolkirina tevahiya tengava Bab el-Mendeb û girava "Mayun" dest pê kiriye.
Li gorî agahiyên wê çavkaniyê, di wê operasyonê de hêzên "Emaliqe" û "Qelghanên Welat" beşdariyek çalak kirine û karîne cihê xwe di wê herêma hestiyar de bihêz bikin.







