Mohsen Rezaî: Ger şer rû bide, mal û sermaye û navendên îstîxbarata sûnî ya bi nirxa 2 trîlyon dolar li herêmê wêran bibin.
Mohsen Rezaî, sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, di bersiva gotinên Donald Trump ên derbarê vekirîbûna Tengava Hurmuz de ragihand ku ev tengav di bin kontrola Îranê de ye û ew wê birêve dibin; di heman demê de hişyariyek tund da ku di rewşa çêbûna her şerekî nû de, binesaziya teknolojiyê û navendên îstîxbarata sûnî li herêmê dê bibin armanc.
Rezaî tekez kir ku fermandarê Stada Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî (CENTCOM), bi hevkariya artêşa Îmarat û Erebistana Siûdî, rêberiya operasyona qaçaxçiya neftê dike û ew şevan ji qeyikên biçûk re ji bo veguhestina neftê sûd werdigirin, lê hêzên Îranê şevan wan dikin hedef.
Navborî destnîşan kir ku tiştê Trump dike hevkariyê ye bi kesên ku di rastiyê de deryazd û qaçaxçî ne û bi hevrêziya Îmaratê hewl didin asteng û sînorkirinên Tengava Hurmuz derbas bikin.
Mohsen Rezaî gef xwar ku Dewletên Yekbûyî li Îmaratê û nêzî Tengava Hurmuz xwediyê mal û sermayeyên pir mezin e ku heta niha neketine lîsteya armancan, lê ger şer rû bide, gelek kablo, navendên daneyan û tesîsatên îstîxbarata sûnî li herêmê, ku nirxa wan zêdetir ji 2 trîlyon dolar tê texmînkirin, wêran bibin.







