Serokê Herêma Kurdistanê her sê cîgirên serokwezîrê Iraqê ji bo bidestxistina baweriya parlamentoyê pîroz kir û ji wan re di pêkanîna erkên xwe de serkeftin xwest.
Roja Înê 16 Cotmehê 2026, Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di sê telefonên cuda de bi Mohsin Mendawî, Leys Xezalî û Mihemed Cebûrî re axivî û ji wan re ji bo bidestxistina baweriya Meclîsa Nûneran a Iraqê û destpêkirina karê wan wekî cîgirên serokwezîrê Iraqê pîrozî got.
Serokê Herêma Kurdistanê ji wan re di pêkanîna erkên xwe de serkeftin xwest û di heman demê de ji Encûmena Wezîran û endamên hikûmetê re ji bo hilbijartina wezîran û temamkirina avahiya kabîneya wezîran a serokwezîr Ali Zeydî pîrozî got, da ku di xizmeta welat û hemwelatiyan de serkeftî bin.







