Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu dîmenekî vîdyoyî yê di navbera xwe û serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump de belav kir û ragihand ku bi hev re bi Trump gefa Îranê her û her ji holê radikin. Ev jî piştî wê tê ku Trump di çarçoveya kampanyaya hilbijartinan de piştgiriya fermî ya xwe ji bo serokwezîrê Îsraîl ragihand.
Netanyahu di peyamekê de li hesabê xwe yê li tora civakî ya "X" tekezî li ser vê kir ku ew û hevalê wî Donald Trump dikarin bi yekîtî dawî li metirsiyên Tehranê bînin. Netanyahu di axaftina xwe de berê xwe dide Trump û dibêje, gelê Amerîkayê divê bizane ku tu li hember mezintirîn metirsiyê rawestiyayî ku gefê li cîhanê û Amerîkayê dike, ew jî bidestxistina çekên atomî ji aliyê Îranê ve ye. Her wiha dubare kir ku bi tu awayî rê nade ku senaryoyekî bi vî rengî pêk were.
Serokwezîrê Îsraîl her wiha îşaret bi berfirehkirina pêvajoya aştiyê ya herêmê kir û ragihand ku ew dikarin bi serperiştiya Trump Peymana Îbrahîmê bêtir pêş ve bibin, ji ber ku hemahengiyên di navbera wan de îsbat kiriye ku ew bi hev re şiyana pêkanîna destkeftiyên mezin hene. Li hember vê, Donald Trump pesnê pozîsyona Netanyahu da û jê re ragihand: ''Tu şervanekî mezin î û em ê di demeke nêzîk de vê îsbat bikin, Bibi, tu ew kes î ku ez dixwazim li kêleka min be''.







