Li gorî daneyên nûtirîn ên Rêveberiya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA), rezervên nefta xav û hilberên neftê di hefteya borî de guhertin dîtine, ev jî di demekê de ye ku rezervên benzînê berevajî pêşbîniyan bilindbûna xwe tomar kirine.
Li gorî amarên, nefta xama rezervên Amerîkayê bi rêjeya 3.2 milyon barrel kêm bûye û gihîştiye asta 424.1 milyon barrel. Ev kêm bûn bi awayekî berbiçav ji pêşbîniya ajansa Reuters zêdetir bû, ku ragihandibû hêvî dikin tenê 1.7 milyon barrel kêm bibe.
Digel vê daketina giştî, rezervên cihê radestkirina sereke li herêma Cushingê ya eyaleta Oklahoma bi rêjeya 444 hezar barrel bilind bûne, herwiha îthalata nefta xama Amerîkayê bi rêjeya 53 hezar barrel di rojê de kêm bûye.
Derbarê hilberên rafînerkirî de, daneyan nîşaneya guhertineke neçaverêkirî dane; rêjeya benzînê 0.4 milyon barrel ji rezervan bilind bûye û gihîştiye 204.7 milyon barrel, ev di demekê de ye ku şîrovekaran pêşbîniya daketina 1.7 milyon barrel dikir.
Di heman demê de, rezervên hilberên rafînerkirî bi stabîlî li asta 105.1 milyon barrel man, berevajî wan pêşbîniyan ku hêvîdariya daketineke tund bi rêjeya 2.1 milyon barrel dikir.
Ji aliyekî din ve, bilindbûna daxwazê li ser nefta xav bandoreke erênî li ser sektora rafîneriyê kiriye; bi awayekî ku rêjeya bikaranîna neftê li rafîneriyan 223 hezar barrel di rojê de bilind bûye, herwiha rêjeya xebitandina rafîneriyan bi rêjeya 0.2 xala sedî bilind bûye û gihîştiye 92.7% di wê hefteyê de.







