Benjamin Netanyahu, serokwezîrê Îsraîlê, li ser biryara xwe ya ji bo pêkanîna êrîşeke nû li dijî Komara Îslamî ya Îranê tekez kir û ragihand ku ew ê dîsa êrîşî vî welatî bikin; di heman demê de medyayên Îsraîlê eşkere kirin ku di navbera Netanyahu û serokê erkanên giştî yê artêşa Îsraîlê de li ser dema pêkanîna vê êrîşê nakokî çêbûye.
Benjamin Netanyahu di hevpeyvînekê de bi kanala 14 ya Îsraîlê re ragihand: «Em li ser helwestên xwe bi biryardar in û em ê dîsa êrîşî Îranê bikin.»
Di heman demê de, medyayên fermî û navxweyî yên Îsraîlê belav kirin ku serokwezîrê Îsraîlê dixwaze berî lidarxistina hilbijartinên roja sêşemê lêdana leşkerî pêk bîne, lê serokê erkanên giştî yê artêşa Îsraîlê bi dema diyarkirî ya êrîşê razî nîne û razîbûna xwe bi pêşkêşkirina belgeyeke fermî ya ji aliyê serokwezîr ve hatibe îmzekirin ve girêdayî kiriye.
Ji aliyekî din ve, Donald Trump, serokkomarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di daxuyaniyên xwe yên herî dawî de ragihand ku îşev dê tu êrîş li dijî Îranê neyê kirin, lê tekez kir ku Washington rewşê bi hûrgilî dişopîne û ji hemû bûyer û tevgerên ku li hundirê wî welatî diqewimin agahdar e.







