Rojnameya (New York Times) a Amerîkî ji devê çend berpirsên leşkerî veguhast ku welat planekî êrîşekî gir û kurt li dijî Îranê amade dike, êrîş jî dê taybet be ji bo tune kirina dronan û mûşekên balîstîk.
Ev nûçeya rojnameyê hevdem e bi tevgera sê keştiyên balafirhilgirên Amerîkî ber bi Rojhilata Navîn ve, ku tê biryardan ku di demeke nêzîk de her sê keştî bigihîjin cihê armanc û diyarkirî.
Rojnameyê di raporê de eşkere kiriye ku Wezareta Parastinê (Pentagon) bi fermana Donald Trump planek ji bo lêdana depoyên dronan û mûşekên Îranê û Hûsiyên Yemenê daniye, ji bo vê armancê jî 5 plan hatine danîn.
Herwiha amaje pê kiriye ku tîmê ewlekariya neteweyî ya Trump bi serokatiya cîgirê serok J. D. Vance, li ser her pênc planan nîqaş dikin da ku li dijî Îran û Hûsiyan êrîşekî kurtdem û gir pêk bînin.
Duh roja pêncşemê Donald Trump di daxuyaniyekî çapemeniyê de amaje pê da ku di çend rojên borî de bi Îranê re danûstandinên berhemdar kirine.
Herwiha amaje pê da ku berî dema hilbijartinên navdemî yên Kongreyê, ku tê biryardan di 3/11/2026 de bên lidarxistin, tu êrîş û çalakiyeke leşkerî li dijî Îranê pêk naînin.







