Rojnameya «New York Times» eşkere kir ku ji ber bilindbûna tehdîdên ewlehiyê yên Îranê bo asta herî bilind, hukûmeta Amerîkayê asta amadebûna xwe li Rojhilata Navîn bilind kiriye û hejmara karmendên balyozxaneyên xwe li şeş welatên herêmê kêm dike.
Rojnameya Amerîkî «New York Times» bi vegotina ji berpirsên vê welatê ragihand: ji ber tundbûna tehdîdên ewlehiyê, hukûmeta Amerîkayê asta hişyariyê û amadebûnê di nav karmendên xwe de li seranserê Rojhilata Navîn bilind kiriye û gavên ji bo kêmkirina hejmara karmendên balyozxane û konsolxaneyên xwe li herêmê avêtiye.
Di raporê de hatiye gotin ku, li gorî gotina berpirsên Amerîkî, pergala «karê bi sînor» dê li nûnertiyên dîplomatîk ên Amerîkayê li welatên (Urdun, Lubnan, Qatar, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban, Behreyn û Kuweyt) were sepandin, bêyî ku derîyên saziyên û avahiyên dîplomatîk bi tevahî werin girtin.
Berpirsên Amerîkî rave kirin ku tehdîdên Îranê li dijî Amerîkiyan li Rojhilata Navîn, ji dema destpêka şer di meha Sibatê ya borî de, gihiştine asta xwe ya herî bilind; di heman demê de destnîşan kirin ku şiyana Îranê ya pêkanîna êrîşan li hundirê axa Amerîkayê hîn jî bi sînor e.
Herwiha hatiye eşkerekirin ku berpirsên Amerîkî agahiyên di destê wan de hene ku îhtîmal e kesên têkildarî Îranê li hundirê Amerîkayê hebin, û di heman demê de derbarê hebûna planên Îranê yên armancgirtina Amerîkiyan li Ewropayê de fikar hene. Di dawiya vê raporê de jî hatiye gotin ku Donald Trump, serokê Amerîkayê, bi awayekî demdemî û berdewam raporên îstixbaratî derbarê van tehdîdên ewlehiyê yên ku sînorên Rojhilata Navîn digirin, werdigire.







