Rêveberiya Meclîsa Nûneran a Iraqê pêşniyara serokwezîrê Iraqê ya destnîşankirina rojekê ji bo dengdanê li ser cîgirên serokwezîr û wezîrên mayî di kabîneya hukûmeta Iraqê de qebûl kir.
Elî Zeydî, serokwezîrê Iraqê, roja sêşemê bi fermî ji Meclîsa Nûneran a Iraqê pêşniyar kiribû ku roja pêncşemê ji bo lidarxistina civînek taybet ji bo dengdanê ji bo temamkirina kabîneya hukûmeta Iraqê destnîşan bikin.
Îşev jî Meclîsa Nûneran a Iraqê bi fermî ev pêşniyar qebûl kir û bi nameyek fermî roja pêncşemê ji bo lidarxistina vê civîna taybet a parlamentoyê destnîşan kir.
Meclîsa Nûneran a Iraqê di vê nameyê de ragihandiye: Roja pêncşemê saet heftê êvarê, pêvajoya dengdanê li ser cîgirên serokwezîr û ew wezaretên ku heta niha ji bo wan tu wezîrek nehatiye destnîşankirin, dê bê lidarxistin.
Di kabîneya Elî Zeydî, serokwezîrê Iraqê, heta niha biryargirtin û dengdan li ser 9 postên wezîrî mane; herwiha li hev hatiye kirin ku serokwezîrê Iraqê çar cîgir hebin û yek ji wan para Kurd be.







