Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM), li ber gotinên dawî yên berpirsên leşkerî yên Komara Îslamî, îdiaya Tehranê ya serdestî li ser Tengava Hurmuzê bi tundî red kir û li ser domandina kontrola hêzên Amerîkî û hevkarên wan ên herêmî li ser vê rêya avî ya girîng rawestiya. Ev bersiv piştî wê hat dayîn ku fermandarê hêza deryayî ya Sepaha Pasdaran îdia kiribû Tengava Hurmuzê bi tevahî di kontrola hêzên Îranê de ye û her keştiya şer a Dewletên Yekbûyî, heke nêzîkî vê herêmê bibe, dê bibe armanc û were binavkirin.
CENTCOM bi belavkirina peyamekê li tora civakî ya X, tevî redkirina qewim a van gefan, bi zimanekî vekirî nivîsand ku fermandarê hêza deryayî ya Sepahê heta hêza deryayî jî nîne û hêzên Amerîkî û hevkarên herêmî bi zelalî kontrola Tengava Hurmuzê di destê xwe de digirin. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê herwiha ragihand ku hêzên vî welatî tenê roja Duşemê karîbûn alîkariya hevkarên xwe li welatên derdora Kendava Farsê bikin da ku derbasbûna ewle ya zêdetir ji 19 milyon bermîl nefta xav ji vê tengava stratejîkê pêk were.
Tengava Hurmuzê wek yek ji girîngtirîn rêyên veguhastina enerjiyê li cîhanê her tim navenda tengezarîyên jeopolîtîk bûye û berpirsên leşkerî yên Komara Îslamî gelek caran bi gefa girtina vê rêya avî hewl dane bandorê li ser pêşketinên aborî û ewlehiyê yên herêmê bikin. Tevî ku CENTCOM li ser parastina ewlehiyê û serdestîya tevahî ya vê rêya deryayî rawestiya, raporên nû yên saziyên deryayî hîn jî nîşan didin ku hin gef û dijwariyên ewlehiyê di trafîka keştiyên bazirganî de li herêmê didomin.







