Polîsên Federal ên Iraqê bi fermî ji bo îşev li nav sînorên bajarokê Hewîce, li parêzgeha Kerkûkê, qedexeya trafîkê ragihand; qedexe ji saet 6 êvarê heta 6 sibehê dê were sepandin.
Ev ragihandina qedexeya trafîkê di demekê de tê ku şeva borî terorîstên DAIŞê li gundekî li derdora bajarokê Hewîce êrîşî nuqteyek kontrolê ya polîsên federal kiribûn û di encamê de polîsek hatibû kuştin û çarên din jî birîndar bûbûn.
Polîsên Federal ên Iraqê li ser qedexeya trafîka îşev ragihand: ew ji bo 12 saetan bi tevahî dê çalak be û trafîka welatiyan, erebe, kamyon û motosîkletan digire nav xwe.
Polîsên federal herwiha ji welatiyan xwest ku rêberiyan bicîh bînin û ji bo parastina ewlehî û tenduristiya gelê herêmê bi giştî bi hêzên ewlehiyê re hevkarî bikin.







