Abbas Araghchi, wezîrê derve yê Îranê, îro sêşem 20-ê Cotmehê di hesabê xwe yê bikaranînê li ser tora civakî ya X de ji şêwirînên berfireh bi hevpîşeyê xwe yê rûsî, Sergey Lavrov, li Tehranê ragihand. Li gorî wî, di vê civînê de gelek pêşveçûnên navneteweyî û herêmî, di nav wan de Ukrayna, Lubnan, Filistîn û Yemen, ji Ewropayê heta Asyaya Rojava, hatin nîqaşkirin û li ser wan raman hatin guhertin.
Wezîrê derve yê Îranê pêşdebirina têkiliyên aborî û enerjiya nukleerî wekî mijarên sereke yên din ên van gotûbêjan bi nav kir û eşkere kir ku girêdanên Tehran û Moskowê di şertên îroyîn de, ji her demeke din a dîroka têkiliyên her du welatan kûrtir û nêzîktir in.
Araghchi herwiha di civîna çapemeniyê ya hevbeş bi Lavrov re têkiliyên her du welatan wekî «stratejîk» binav kir û anî bîra xwe ku bicihanîna peymana berfireh a hevkariyên stratejîk, ufqên nû di têkiliyên aliyên her duyan de vekiriye. Wî mijarên girêdayî Kafkasyayê, Deryaya Xezerê, Tengava Hurmuzê û Kendava Farsê wekî mijarên din ên hatine nîqaşkirin bi nav kir.
Dîplomatê herî payebilind ê Îranê bi sûcdarkirina Amerîka û Îsraîlê ji bo afirandina bêewlehiyê li Tengava Hurmuzê û bi derbirîna fikarên xwe der barê êrîşên li ser keştiyan di Deryaya Xezerê de, li ser pêwîstiya çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên herêmî tekez kir.
Ji aliyê din ve, Sergey Lavrov jî li ser îradeya Moskowê ya domandina danûstandinên berfireh bi Tehranê re tekez kir û ji şandina alîkariyên mirovahî yên Rûsyayê bo Îranê di şertên şerê de agahî da. Wezîrê derve yê Rûsyayê herwiha bi amajekirina mezinbûna 21 sedî ya danûstandinên bazirganî yên her du welatan di sala borî de, li ser pêşdebirina planên hevbeş di warên neftê, gazê û projeya rêhesinê ya Rişt–Astara tekez kir.







