Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji Papayê Vatîkanê re saxlemiyeke zû û temam xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya li ser tora civakî ya X de gotiye: «Bi evînê, ez bîra serdana xwe ya meha Gulanê ya îsal ji Cenabê Papa re bi bîr tînim» û piştî emeliyata Papayê, Neçîrvan Barzanî ji wî re saxlemiyeke bilez û temam xwest.
Wî herwiha tekez kir ku pabendbûna Papa bi nirxên aştiyê, rûmeta mirovan û diyaloğa di navbera gelan de, bûye sedema rêz û spasiyeke kûr a hemûyan. Wî hêvî xwest ku Papa bi saxlemiyeke temam û hêzeke nû ve li ser peywira xwe ya pîroz û girîng berdewam bike, ji bo belavkirina aştiyê, dilovanî û têgihiştinê li seranserê cîhanê.







