Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku ew amadekariyê dikin da ku di sala 2027’an de hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê bikin.
Îro duşem, heyetek ji Komîsyona Hilbijartinê serdana Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê kir, da ku li ser çend dosyayên taybetî yên karên komîsyonê û pêdiviyên darayî û teknîkî nîqaş bikin.
Daîreya Ragihandinê ya Encûmena Nûneran a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: Di civînê de hat tekez kirin ku plan hatiye amadekirin ku di hilbijartinên pêşerojê de pişta xwe bidin karta neteweyî.
Herwiha hat îşaretkirin ku berpirsên komîsyonê di civînê de zelal kirin ku ew di vê qonaxê de amadekariyê dikin ji bo lidarxistina hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê di sala 2027’an de, lê heta niha dîrok bi awayekî rast nehatiye diyarkirin.







