Rêxistina hewaya Japonê çend xulekan piştî belavkirina hişyariya şaş a derbarê rûdaneke erdhejê ya xeternak bi mezinahiya 9.9 pîvanên Rîchterê, ji welatiyan lêborîn xwest; ev di demekê de bû ku ev hişyarî bû sedema rawestandina demkî ya araçên veguhastina giştî.
Piştî ku Rêxistina hewaya Japonê derbarê îhtîmala rûdana erdhejêyekî xeternak bi mezinahiya 9.9 pîvanên Rîchterê li nêzî Giravên Kurîl (ku bi Giravên Çîşîma tên nasîn) hişyarî da û bû sedema çalakbûna zengila hişyariya acîl li ser telefonên destî yên milyonên welatiyan, piçekî şûnde hişyariya xwe betal kir.
Ev rêxistin paşê rave kir ku piştî nîvroya roja Înê, erdhejêkî rastî bi mezinahiya 6.9 pîvanên Rîchterê li peravên Nîvgirava Kamçatka ya Rûsyayê, di kûrahiya 160 kîlometran de, qewimîbû; lê xeletiya pergalê di diyarkirina navenda erdhejê de bû sedema derxistina vê hişyariya şaş.
Şînya Tsukada, yek ji berpirsên Rêxistina hewaya Japonê, ji rojnamevanan re got: «Ji ber nerehetiya û fikara mezin a ku ji bo welatiyên xwe çêkirî, em bi kûrahî lêborînê dixwazin.» Her çiqas ev hişyarî nebû sedema tirs û panîka giştî, lê bû sedema têkçûn û rawestandina demkî ya araçên veguhastina giştî.
Divê bê gotin ku Japon hîn jî erdhejê wêranker a sala 2011 bi mezinahiya 9.0 pîvanên Rîchterê bi bîr tîne; ew erdhej bû sedema tsunamiyeke bi hêz û nêzîkî 18 hezar û 500 mirî û winda li dû xwe hişt û bû sedema karesata stasyona nukleer a Fukuşîma. Medyayên navxweyî yên Japonê jî destnîşan kirine ku ger erdhejêk bi mezinahiya 9.9 pîvanên Rîchterê rûbida, enerjiya wê 22 caran ji erdhejê sala 2011 zêdetir bûya.







