Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku tê pêşbînîkirin ku pevçûn bi lez zêde bibin û ev yek dikare bibe sedema betalkirina firînên hewayî, girtina asîmana hewayî û astengiyên di rêwîtiya geştiyariyê de.
Navlîsteya welatên ku Wezareta Derve ya DY di wan de hişyariyên ewlehiyê belav kiriye ev in: Erebistana Siûdî, Mîrektiya Erebî ya Yekbûyî, Kuweyt, Urdun, Behreyn, Oman, Qatar, Iraq, Lubnan, Yemen, Îran, Îsraîl û Quds.
Balyozxaneyan ji welatiyên Amerîkî yên ku diçin van herêman an li wir hene xwestine ku rewşa firokexane û rêzên hewayî bi baldarî bişopînin.
Her wiha hatiye hişyardarkirin ku dibe ku Îran û piştgirên wê li seranserê cîhanê berjewendî an cih û deverên têkildarî Dewletên Yekbûyî û welatiyên wê bikin armanc. Di vê çarçoveyê de, pargîdaniyên Amerîkî û saziyên din wekî armancên gengaz hatine diyarkirin.







