Di çarçoveya hewldanan de ji bo bihêzkirina têkilî û hevkariya hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de, şandek ji Herêma Kurdistanê serdana du sazîyên girîng ên Yekîtiya Ewropayê kir di warê arîkariyên mirovahî û rêveberiya krîzanê de.
Şanda Herêma Kurdistanê ji Dr. Delawer Xalid Ajgeyî, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, û Serwa Resûl, rêveberê giştî yê Navenda Hevbeşa Hevahengiya Krîzên Herêma Kurdistanê, pêk hatibû. Wan serdana ofîsa sereke ya arîkariyên mirovahî yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê kir û bi cîgirê rêveberê arîkariyên mirovahî ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê re civîn.
Di civînê de, girîngiya berdewamkirina piştgirî û hevkariyên mirovahî yên Yekîtiya Ewropayê ji bo Herêma Kurdistanê hate tekez kirin, bi taybetî di warê dabînkirina arîkariyê ji penaber û koçberên navxweyî re ku li Herêma Kurdistanê dijîn. Herwiha, hat xwestin ku Yekîtiya Ewropayê rola xwe ya mirovahî û piştgiriya xwe bidomîne ji bo kêmkirina bar û astengiyên ku li ser Herêma Kurdistanê hene.
Di heman rojê de, şandê serdana Navenda Sereke ya Hevahengiya Bersivdana Lezgîn û Krîzên Yekîtiya Ewropayê (ERCC) kir, bi mebesta naskirina ji nêzîk ve bi mekanîzmaya xebatê, pergalên hevahengiyê û şêwazên nû yên bersivdana krîz û karesatan.
Di dema serdanê de, girîngiyeke taybet hate dayîn ka teknolojiyên pêşketî û pergalên nû yên agahdarî û çavdêriyê çawa tên bikaranîn, ji bo lezgîntir û baştir kirina bersivdana mirovahî di dema bûyîna karesatên siruştî û mirovî de, wek lehî, erdhej, koçberî û krîzên cuda.
Herwiha, di danûstandinan de behsa girîngiya firehkirina hevkariya dualî di navbera sazîyên têkildar ên Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê de hate kirin, bi taybetî di warên veguhestina ezmûnê, sûdwergirtina ji zanist û teknolojiya nû, pêşxistina kapasîteyên sazîyan û bilindkirina asta amadeyiyê ji bo rûberûbûna krîzan.
Ev serdan gavêkî girîng e ji bo xurtkirina têkiliyên sazîyî di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de, û ji bo bihêzkirina kapasîteya Herêma Kurdistanê di warê rêveberiya krîzanê, bersivdana lezgîn li karesatan û pêşkêşkirina arîkariyên mirovahî de.







