Desteya Giştî ya Hewayên Sivîl a Erebistana Siûdî ragihand, di encama êrîşê li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid a Riyadê de, 12 kes ji neteweyên cuda jiyana xwe ji dest dan û 309 kesên din jî birîndar bûn.
Îro yekşem e, 11-ê Cotmeha 2026, Desteya Giştî ya Hewayên Sivîl a Erebistana Siûdî di daxuyaniyekî şopandinê de belav kir: ji ber ew êrîşa ku duh şemî piştî nîvro 10-ê Cotmeha 2026 li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid a bajarê Riyadê hate kirin, (12) kes jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji çar hemwelatiyên Siûdî pêk tên; di heman demê de heşt kesên din jî xwediyê van neteweyantiyan in: du Bangladeşî, yek Amerîkî, yek Misrî, yek Urdunî, yek Sûrî, yek Filistînî û yek hemwelatiyekî Sûdanî.
Desteya Hewayên Sivîl herwiha îşaret pê kir ku di encama vê êrîşê de (309) kesên din jî birîndar bûn; birînên hinan giran in û li nexweşxaneyan tedawiya bijîşkî werdigirin. Herwiha êrîşê zirara madî li cih hiştî ye û niha aliyên peywendîdar mijûlî diyarkirin û texmîna mezinahiya ziraran in.







