Padîşahiya Erebistana Siûdî biryara derxistina gera 10’emîn a konferansa “Pêşengiya Paşeroja Veberhênanê”, ku bi navê “Davosa Çolê” tê naskirin, heta sala 2027 ragihand. Ev yek di demekê de ye ku biryar bû ev konferansa mezin a aborî ya cîhanê di dawiya vê mehê de li bajarê Riyadê bê lidarxistin, lê ji ber mezinbûna tevliheviyên leşkerî û êrîşên dawî li ser welatê karên wê hatin rawestandin.
Meha keça Mişarî bin Ebdulazîz, rêvebera cîbicîkar a sazgeha Pêşengiya Paşeroja Veberhênanê, di daxuyaniyekê fermî de ragihand ku biryara derxistinê ji ber pabendbûna sazgeha wê bi hevkarên navneteweyî, endam, axêver û beşdaran re hatiye girtin, herwiha ji bo ku gera dehemîn a lûtkeyê bi şîara “Hêza Mîrasê” bi şêwazekî bêhempa û guncaw li ser asta cîhanî ya konferansê bê lidarxistin. Rêvebera cîbicîkar a sazgehê herwiha amaje bi vê yekê kir ku di demeke nêzîk de roja nû ya civînê di sala 2027 de dê bê eşkerekirin û hemû hevkarî û qeydên heyî dê wekî xwe bi karîgerî bimînin.
Biryar bû ev civîna navneteweyî di navbera 26 û 29’ê Cotmeha 2026 de li Riyadê, paytextê, bê lidarxistin. Lê biryara paşvekişandina lidarxistina wê di demekê de hat ku di çend hefteyên borî de sînorên Erebistana Siûdî ji aliyê çekdarên Hûsî (Ensarullah) ve rastî pêlêkî tund a êrîşên mûşek û dronan hatibûn. Di nav pevçûnan de, gelek navendên hestiyar ên sivîl, leşkerî û binesaziya enerjiyê, di nav wan de baregeha pargîdaniya neftê Aramco û balafirgeha navneteweyî ya Riyadê, hatibûn kirin hedef.







