Desteya Giştî ya Balefirgehên Sivîl ên Erebistana Siûdî îro çarşemê eşkere kir, di encama armancgirtina balefirgehên Ebha û Melik Xalid de, 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 36 kesên din jî birîndar bûne ku birînên hinan giran in.
Desteyê di daxuyaniyekê de ragihand: duh sêşem û îro çarşemê, her du balefirgehên navneteweyî yên Ebha û Melik Xalid rastî du êrîşên cuda hatine, tîmên alîkariya lezgîn û aliyên peywendîdar jî yekser li gorî planan bi bûyeran re mijûl bûne.
Her wiha hate nîşandan: êrîşa li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Ebha bûye sedema mirina 2 jinên ku ji Mereq û Cezayîrê ne, û birîndarbûna 28 kesên din, ku ji welatiyên Siûdî, du kesên Bangladeşî û Fîlîpînî pêk tên; birînên birîndaran ji sivik heta giran diguhere.
Di êrîşa li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Melik Xalid de jî, kesek ku ji Sûdanê ye jiyana xwe ji dest daye û 8 kesên din birîndar bûne, ku pênc ji wan welatiyên Siûdî ne, du kesên din jî ji Misir û Pakistanê ne.
Desteya Balefirgehên Sivîl her wiha nîşan da ku birîndar hatine şandin nexweşxaneyan ji bo wergirtina dermankirina bijîjkî ya pêwîst, her wiha êrîşan zirarekî madî yê mezin li pey xwe hiştiye.
Wezareta Navxweyî ya Erebistana Siûdî duh sêşemê di daxuyaniyekê de nîşan dabû ku Balefirgeha Ebha li bajarê Ebha û Balefirgeha Melik Xalid li bajarê Riyadê bi çend dronanên bombebarkirî hatine armanc girtin, dron jî ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve hatibûn şandin.







