Tora «CNN» di raporek taybet de eşkere kiriye ku artêşa Emerîkayê li ser amadekirina planên nû ji bo êrîşkirina li ser tesîsên enerjî û navokî yên Îranê ye û di nav van planan de, îhtîmala bikaranîna bombeya MOAB, ku bi navê «dayika bombeyan» tê nasîn — û wek bombeya ne-navokî ya herî bihêz a Emerîkayê tê hesibandin — tê nîqaşkirin û nirxandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên agah ji vê torê re dane, heke Donald Trump, serokê Emerîkayê, fermanê bide, dikare van planan berî an piştî hilbijartinên navîn ên Kongreyê pêk bînin. Çavkaniyan gotine ku Trump ferman daye ku ji bo hejmareke mezintir a hedefan li Îranê, bi taybetî binesaziya enerjiyê, plansazî bê kirin; bi vê armancê ku piştî êrîşan, Emerîka serkeftinê ragihîne û hêzên xwe ji herêmê derxîne.
Tevî van planan, berpirsên leşkerî derbarê bandora «dayika bombeyan» ji bo tunekirina hedefên navokî de gumanan hene. Li gorî gotinên wan, her çend ev bombe hêza teqînê ya pir bilind heye, lê ji bo hilweşandina tesîsên kûr û binerdê nehatiye çêkirin û dibe ku nikaribe baregehên navokî yên bihêzkirî yên Îranê ji holê rake.
Beşek ji berpirsên Emerîkayê bawer dikin ku bikaranîna vê bombeyê dê zêdetir aliyekî psîkolojîk hebe û ev derfetê dide Trump ku bêyî destpêkirina şerekî berfireh, bi serkeftinê ji rewşa heyî derkeve.
Ji aliyê din ve, yek ji berpirsên Qesra Spî di bersiva pirsê CNN de ji axaftina derbarê planên leşkerî xwe dûr girt, lê tekez kir ku Trump hemû vebijarkên li ser masê hiştiye da ku piştrast bibe ku Îran tu carî negihîje çekên navokî.







