Nûnerê taybet ê Emerîkayê ji bo Iraq û Sûriyê eşkere kir ku ihtîmala zêde heye ku welatê wî di vê dawiya hefteyê de lêdana leşkerî li dijî Îranê pêk bîne; wî di heman demê de tekez kir ku tevî amadebûna ji bo lêdanê, Washington li dû guhertina rejîmê li wê welatê nîne, lê armanca wê ji nû ve ava kirina hevsengiyê û dawîanîna gefan e.
Roja Înê, Tom Barak, balyozê Emerîkayê li Tirkiyeyê û nûnerê taybet ê vê welatê ji bo Iraq û Sûriyê, di dema hevpeyvînekê de ragihand: Ev ihtîmal heye ku Dewletên Yekbûyî di vê dawiya hefteyê de lêdana leşkerî li dijî Îranê pêk bîne û ev vebijark bi tevahî li ser maseyê ye.
Nûnerê Emerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de li helwesta Qesra Spî rawesta û got: Trump helwesteke gelek zelal heye; ew her dem amade ye û deriyê lihevhatinê vekirî ye, û em jî çend mehan e ku bi berdewamî li ser maseya danûstandinê ne.
Wî herwiha amaje kir ku mijarên têkildarî çekên nukleerî, asta dewlemendkirina uranyûmê û hemû wan şertan, tenê hûrguliyên vê qonaxê ne ku divê dawî li wan bê anîn.







