Wezareta Avakirin û Niştecihbûnê ya Filistînê eşkere kir ku, ji ber wêranbûna berfireh a ku ji ber şer li ser Beşa Gazayê hatiye, ew ji bo pêvajoya nûvekirinê pêdivî bi budceyekî zêdetir ji 70 milyar dolar heye.
Ahed Besiso, wezîrê Avakirin û Niştecihbûnê, di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand; li gorî lêkolîna hevbeş a ku bi Banka Navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê re kirine, texmînan nîşanî mesrefa 71.4 milyar dolar didin, ku tenê para sektora niştecihbûnê tê de 18 milyar dolaran e.
Statîstîkên wezaretê nîşan didin ku nêzîkî 372,000 yekeyên niştecihbûnê di encama êrîşan de wêran bûne, di heman demê de Neteweyên Yekbûyî texmînên xwe bilind kirine bo astekî metirsîdartir û ragihandiye ku; 81% ji hemû avahiyên Beşa Gazayê zirar dîtine, û ji wan 123,000 avahî bi tevahî hatine hilweşandin.
Li gorî daneyan, rewş tenê bi wêrankirina avahiyan re sînordar nabe, lê nêzîkî 68 milyon ton bermahiyên avahiyên wêranbûyî li herêmê kom bûne, ku rakirina wan wekî pirsgirêkeke mezin tê hesibandin û dibe ku nêzîkî 20 salan pêwîst be. Di heman demê de 75% ji zeviyên çandiniyê jî neçalak bûne.
Derbarê hewildanên wezaretê, Besiso piştrast kir ku ew di qonaxa destpêkê ya nûvekirinê de ne, û ev bi nirxandina xeterên avahiyan, paqijkirina bermayiyan û dabînkirina cihên niştecihbûna demkî ji bo wan malbatan e ku bêpar mane.
Tê gotin ku ev qeyrana darayî û avahîsaziyê hevdem e bi karesateke mezin a mirovahiyê re; li gorî amarên, hejmara qurbaniyan gihîştiye 74,000 kesan, ku piraniya wan jin û zarok in, ligel birîndar bûna 175,000 kesên din, di heman demê de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê berdewam hişyar dike li ser tunebûna derman û pêdiviyên bijîjkî li Beşa Gazayê.







