Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê diyarkirî yê Komarîyan ji bo hilbijartina pêşero ya serokatîyê ragihand ku Ukrayna ji bo dawîanîna şerê Rûsyayê hewcedarê rêberiyeke nû ye.
Donald Tramp, serokê Amerîkayê, di daxuyaniyekê de amaje bi wê kiriye ku rêberiya niha ya Ukraynayê nikare lihevkirineke guncaw ji bo dawîanîna pevçûnan pêk bîne û bawer e ku bi serokekî nû re derfeta gihiştina aştiyê û dawîanîna wî şerî heye.
Daxuyaniya Tramp di demekê de ye ku navbirî berdewam rexneyên tund li ser siyaseta rêveberiya Joe Biden li hember Ukraynayê digire û tekez dike ku ger vegere Qesra Spî, dikare di nav 24 saetê de dawî li şerê bîne, herçend hûrguliyên plana xwe jî eşkere nekiriye.







