Rêxistina terorîst a DAÎŞê bi fermî berpirsiyariya êrîşa şeva borî ya li ser xalekî kontrolê ya Polîsên Federal li gundekî li sînorê bajarokê Hewîce, li parêzgeha Kerkûkê, girt ser xwe.
Rêxistina terorîst a DAÎŞê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan êrîşa şeva borî ya li ser gundê Berxaliyê, li sînorê bajarokê Hewîce li parêzgeha Kerkûkê, pêk anîye.
Terorîstên DAÎŞê di êrîşê de çekên kesnasan bikar anîn; di encamê de karmendekî hêzên Polîsên Federal hat kuştin û çar kesên din jî birîndar bûn.
Îro şeva sêşemiyê, terorîstên DAÎŞê careke din li sînorê bajarokê Hewîce êrîş kirin û vê carê baregeha Lîwaya 61ê ya Heşda Şe'bî kir hedef.







