Karbidestên Amerîkayê eşkere kirin ku Donald Trump, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji aliyê Pentagonê ve li ser çendîn vebijarkên leşkerî yên li dijî Îranê agahdar kiriye, ku êrîşkirina tesîsên nukleerî yên vê welatê jî dihewîne.
Rojnameya “Wall Street Journal” bi vegotina karbidestên Amerîkayê ragihand ku vebijarkên leşkerî yên li pêşberî Trump hatine danîn, êrîşkirina navendên nukleerî, binesaziya sereke (wek pir) û êrîşkirina giravên di bin kontrola Îranê de dihewînin. Di vê navberê de, Trump dixwaze operasyonên leşkerî yên mezin ji nû ve dest pê bikin, herçend heta niha biryara dawî li ser vê mijarê nehatiye girtin.
Di heman demê de, rexnegiran hişyar dikin ku êrîşeke mûşekî nikare Tehranê neçar bike ku dev ji bernameya nukleerî ya xwe berde, lê dê bibe sedema bilindbûna berbiçav a bihayên enerjiyê di bazarên gerdûnî de.
Ev rojname herwiha destnîşan kiriye ku vê dawiyê barkêşeke mezin a mûşekên êrîşkar ên dûrmahî û bombeyên giran ên şikandina stargehan gihîştiye keştiya balafiran “USS George Washington” li Deryaya Erebî, ku ev yek nîşan dide ku amadekariya bombardimankirineke berfireh heye. Niha, 2 keştiyên balafiran ên Amerîkayê li herêma Rojhilata Navîn bi cih bûne û keştiya sêyemîn jî ji Okyanûsa Aram ve ber bi herêmê ve dimeşe.







