Rayedarên Amerîkayê hişyariya lezgîn didin welatiyên xwe li çend welatên Rojhilata Navîn, bi taybetî li Erebistana Siûdî, Qatar, Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîlê, derbarê zêdebûna metirsiyên pevçûn û tengezariyên herêmî de, ji ber êrîşên Hûsiyan.
Ev agahdariya ewlehiyê li malpera fermî ya konsolxaneyên Amerîkayê li (Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî, Yemen, Erebistana Siûdî, Qatar, Oman, Lubnan, Kuweyt, Urdun, Îsraîl, Iraq û Behreyn) hatiye belavkirin, herçiqas asta fermî ya metirsiya rêwîtiyê wekî berê hatiye parastin û nehatiye guhertin.
Di heman demê de, konsolxaneya Amerîkayê li Beyrûtê di daxuyaniyekê de hişyariya rêwîtiyê bo Lubnanê nû kir û amaje bi vê yekê kir ku gef ji ber êrîşên Hûsiyan zêde bûne; herwiha tekez kir ku herdu herêmên "Zahiye" û başûrê Beyrûtê wekî "herêmên pir xeternak" tên hesibandin, ji ber metirsiya revandinê, teqemeniyên neteqiyayî û tevliheviyên çekdarî.
Ji aliyekî din ve, tora nûçeyan a Amerîkî "NBC" ragihand ku Washington beşek ji hêzên xwe ji baregehên leşkerî yên li Urdun, Qatar û Kuweytê vedikişîne. Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê ferman daye ku beşek ji dîplomat û malbatên wan li Erebistana Siûdî wî welatî bihêlin, piştî rêze êrîşên ku di van demên dawî de li ser padîşahiye hatine kirin.







