Wezareta Emerjensî û Rêvebirina Karesatanê ragihand ku lehî û baranbarîna dijwar ku gelek parêzgehên Sûriyeyê dixe bin bandora xwe, bûye sedema mirina 5 welatiyan, ku 4 ji wan zarok in.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, mirinan li deverên gundan ên parêzgehên "Reqa" û "Dêrezor" hatine tomarkirin. Di heman demê de, 5 kesên din jî li deverên gundan ên parêzgehên "Reqa", "Dêrezor" û "Helebê" winda bûne û tîmên rizgarkirinê li dû wan digerin.
Ji aliyekî din ve, tîmên rizgarkirinê karîbûn 25 kesan rizgar bikin ku ji ber lehiyê li parêzgehên "Reqa", "Dêrezor" û "Himsê" asê mabûn, an jî otomobîlên wan di nav avê de rawestiyabûn.
Tîmên rizgarkirinê hişyar dikin ku ji ber berdewamiya hewaya neîstîqrar, li deverên nizm xetera lehiyên zêdetir heye û ji welatiyan dixwazin ku rêberiyên ewlehiyê bi cih bînin.







