Wezareta Darayî ya Iraqê ragihand ku ji îro ve dest bi derxistina mûçeyên mehê Cotmehê yên karmendên sazî û dezgehên dewletê hatiye kirin.
Îro yekşem 25 ya Cotmehê 2026, Ofîsa Ragihandin û Têkiliyên Hikûmetê ya Wezareta Darayî ya Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir: Ji îro yekşem ve, pêvajoya derxistina mûçeyên mehê Cotmehê ya vê salê ji bo karmendên dewletê dest pê kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dabeşkirina mûçeyan di çarçoveya rêkarên mehane yên aliyên peywendîdar de ye, bi mebesta dabînkirina mafên darayî yên karmendên dewletê, bi awayekî ku alîkar be di dagirtina hewcedariyên jiyanê û bicihanîna berpirsiyariyên wan ên darayî de.







