Wezareta Darayî ya Iraqê biryarek girîng derxist derbarê diyarkirina nirxê nû yê veguhastina dolarê li hember dinara Iraqî û betal kirina biryarek berê ya taybet bi bacên gumrikê.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî ya Iraqê, li ser bingeha biryara Encûmena Wezîran bi jimareya 544 ku di civîna 06-10-2026 de derketiye, biryar hatiye dayîn ku nirxê veguhastina dolarê li hember dinara Iraqî were guhertin û nirx ji bo her dolarekê wekî 1,500 dinar hatiye diyarkirin.
Di heman demê de, Wezareta Darayî ragihand ku biryara Encûmena Wezîran bi jimareya 413 ya sala 2026 neyê sepandin; biryar taybet bi wergirtina pêşwext a bacên gumrikê bû.
Van biryarên Wezareta Darayî di demekê de tên ku hukûmeta Iraqê hewl dide cureyekî aramiyê di bazara diravê de ava bike û barê darayî yê li ser bazirganan bi rêya betal kirina wergirtina pêşwext a bacên gumrikê kêm bike.







