Komîteya Xelata Nobelê ya Aştiyê li Norwêcê, îro Înê bi fermî xelata sala 2026 da dadwer û çalakvanekî Afrîkaya Başûr, ji ber hewildanên berdewam ên wê ji bo bicihkirina aştiyê û parastina mafên mirovan û bicihanîna qanûnên navneteweyî li seranserê cîhanê.
Komîteya ku navenda wê li Osloda paytexta Norwêcê ye, îro Înê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2026 da Navatanam Pelay, ku bi (Navî Pelay) tê naskirin, çalakvan, jurîst û dadwerê Afrîkaya Başûr û Dadgeha Navneteweyî ya Dadê.
Komîteyê herwiha ragihand: Dayîna Xelata Nobelê ji Navî Pelay re ji ber hewildanên bêhempa û berdewam ên wê tê, ji bo bicihkirina aştiyê û parastina mafên mirovan û serweriya qanûna navneteweyî.
Navî Pelay yekemîn jina reş bûye li Afrîkaya Başûr ku nivîsgeha parêzeriyê vekiribe ji bo parastina girtiyên siyasî û rûbirûbûna cudakariya nijadî.
Navî Pelay di navbera salên 2008 û 2014 de komîserê bilind ê mafên mirovan bûye li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, niha jî dadwerê demkî ye li Dadgeha Navneteweyî ya Dadê.
Tê biryardarkirin ku Xelata Nobelê ya Aştiyê, ku ji 12 milyon kronên swêdî (1.2 milyon dolar) pêk tê, di roja 10 ya Kanûna Yekem a bê de li Osloda paytexta Norwêcê bi fermî ji Navî Pelay re bê dayîn.







