Piştî êrîşa li ser balafirgeha navneteweyî ya bajarê Riyadê, bi biryara Wezareta Perwerdehiya Siûdiyê, dewamkirina hemû dibistanên paytextê heta dawiya vê hefteyê bû online.
Îro yekşem e 11ê Çirîna yekê ya 2026, ajansa nûçeyan a "France Presse" belav kir: Li gorî peyameke elektronîk ku ji dê û bavên xwendekaran re hatiye şandin, dewamkirina hemû dibistanên bajarê Riyadê ji îro yekşemê ve hatiye guhertin bo pergala xwendina online, ev jî wekî tedbîreke parastinê piştî wê êrîşê ku roja şemiyê li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid li Riyadê, paytexta Siûdiyê, hate kirin û hate danîn ser çekdarên Hûsiyên girêdayî Îranê li Yemenê.
Di nameya elektronîkê de hatiye gotin ku, li gorî rêberiyên Wezareta Perwerdehiyê, hemû dibistanên bajarê Riyadê heta dawiya vê hefteyê dersan bi rêya online dixwînin, di heman demê de jî hatiye nîşankirin ku ev cara duyemîn e ku di demeke kurt de li paytexta Siûdiyê tedbîreke wiha tê girtin.







