Hikûmeta Iraqê biryara girtina yek ji dergehên xwe yên sînorî bi Îranê re da, ku di nav sînorên parêzgeha Basrayê de ye.
Çavkaniyek agahdar di hikûmeta Iraqê de ragihand ku, li gorî biryara Elî Zeydî, serokwezîr, hat diyarkirin ku dergehê sînorî yê «Şîb» bi Îranê re bê girtin.
Heta niha sedema vê biryara Zeydî bi awayekî fermî nehatiye ragihandin.
Ji sibê îro ve, ev biryar hatiye cîbicîkirin û derbasbûna rêwiyan û bazirganiyê bi Îranê re hatiye rawestandin.
Çavkaniyên nûçeyan ragihînin ku Iraq dixwaze piraniya dergehên xwe yên bi Îranê re bigire, lê dergehên ku di nav sînorên Herêma Kurdistanê de ne, dê vekirî bimînin.







