Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ji bo pêkanîna çend gotûbêjên hestyar ên dîplomatîk ên ji bo dawîanîna şerê li welatê wî, gihişt paytexta Norwêcê Osloyê û rêzek civînên bi serokên Ewropî û şandeke bilind a Amerîkayê re pêk anî.
Serokê Ukraynayê pêşî bi Jonas Gar Støre, serokwezîrê Norwêcê, û Alexander Stubb, serokê Fînlandiyayê, re civiya, paşê jî beşdarî civînek berfireh bû ku bi Steve Witkoff, nûnerê taybet ê Amerîkayê, û Jared Kushner, danûstandinkarê Amerîkayê, ligel nûnerên Elmanyayê, Yekîtiya Ewropayê û Hevalbendiya NATO pêk hat.
Mijarên sereke yên gotûbêjê pêk dihatin ji dabînkirina garantiyên ewlehiyê ji bo Ukraynayê, diyarkirina çarenûsa cezayên li ser Rûsyayê û amadekirina rêxistinên ewlehiyê yên Ewropayê di qonaxa piştî şerê de. Di vê çarçoveyê de jî serokwezîrê Norwêcê eşkere kir ku piştî van civînan, Steve Witkoff, nûnerê Amerîkayê, ji bo berdewamkirina hewildanên dîplomatîk û gotûbêj bi berpirsên Rûsyayê re, ber bi bajarê St. Petersburgê ve dê biçe.
Ji aliyekî din ve Zelenskiy eşkere kir ku Amerîka dest bi dabînkirina agahiyên istîxbaratî ji bo Kievê kiriye, derbarê êrîşên Rûsyayê de, bi taybetî di warê hişyarkirina pêşwext de ji bo parastina sivîlan; ev jî piştî rêzek gotûbêjan bi berpirsên Washingtonê re bû, di nav wan de Marco Rubio, wezîrê derve yê Amerîkayê. Di heman demê de wî jî tekez kir ku welatê wî xwe wekî têkçûyî nabîne û li ser pêkanîna aştiyeke dadperwer israr dike.
Ev tevgerên dîplomatîk ên tund ên Osloyê piştî wê tên ku di çend hefteyên borî de têkiliyên di navbera Washington û Kievê de, ji ber derengmayîna şandina pergalên parastina esmanî, pirsgirêka xizmetên Starlink û gavên rêveberiya Trumpê ji bo nermkirina beşek ji cezayên li ser Moskovayê, ketibûn nav sarbûn û tevliheviyê.







