Îro sêşem, 3ê Çirîna Paşîn a 2026an, delegasyona bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Begerd Talebanî, Wezîrê Çandiniyê û Çavkaniyên Avê, li ser bingeha vexwendnameyeke fermî ya Wezîrê Çandiniyê yê Çekyayê gihişt wê welatê. Delegasyon ji şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo karûbarên avê, rêveberên giştî yên çavkaniyên avê, bendavan, dewlemendiya heywanan û veterîneriyê pêk tê; herwiha hejmareke mezin ji şîrketên Herêma Kurdistanê di warên avê, çandiniyê, dewlemendiya heywanan û veterîneriyê de jî wê bi wan re be.
Tê payîn ku di rojên bê de civînek taybet di navbera delegasyona Herêma Kurdistanê û Wezîrê Çandiniyê yê Hikûmeta Çekyayê de bê lidarxistin. Herwiha dê bi beşdariya herdu wezîran civîna çandiniyê ya pargîdaniyên Herêma Kurdistanê û Çekyayê bê rêkxistin.
Di çarçoveya bernameya vê serdanê de dê gelek serdanên meydanî di warên çandiniyê, golan, bendavan, awayê rêvebirina avê, dewlemendiya heywanan û veterîneriyê de bêne kirin. Ev serdan jî ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de, zêdekirina danûstandinên bazirganiyê, vekirina derfetên kar, sûdwergirtin ji ezmûna pêşketî ya hevûdu û dabînkirina derfetên nû yên veberhênanê di hemû waran de ye.







