Êvara roja sêşemê, 3ê Çirîna Duyemîn a 2026an, di 11. salvegera wefata siyasetmedarê navdar ê Iraqî, merhum Ehmed Çelebî de, Serok Mesûd Barzanî li ser tora civakî ya "X" peyamek belav kir.
Nivîsa peyama Serok Barzanî:

Serok Barzanî di 11. salvegera wefata Ehmed Çelebî de peyamek belav kir û ragihand ku Ehmed Çelebî dostekî wî yê nêzîk, kesayetiyekî neteweyî yê xwedî rawestan û siyasetmedarekî bandordar ê Iraqî bû; di opozîsyona Iraqî û avakirina Iraqa nû de roleke dîrokî lîst.
Êvara roja sêşemê, 3ê Çirîna Duyemîn a 2026an, di 11. salvegera wefata siyasetmedarê navdar ê Iraqî, merhum Ehmed Çelebî de, Serok Mesûd Barzanî li ser tora civakî ya "X" peyamek belav kir.
Nivîsa peyama Serok Barzanî:
Îro 11 sal li ser wefata siyasetmedarê navdar ê Iraqî derbas dibin. Merhum Ehmed Çelebî dostekî min ê nêzîk, kesayetiyekî neteweyî yê xwedî rawestan û siyasetmedarekî bandordar ê Iraqî bû; di opozîsyona Iraqî û avakirina Iraqa nû de roleke dîrokî lîst.
Wefata Ehmed Çelebî valahiyeke mezin di pêvajoya siyasî ya Iraqê de hişt û rola wî di dîroka siyasî ya Iraqê de hêjayê nirxandinê ye.
Bîra wî bi xêr be û navê wî her tim bilind bimîne. Rehma Xwedayê Mezin lê be û cihê wî bihûşt be.