Îro duşem 9ê Çiriya paşîn a 2026an, Tom Barrack, nûnerê taybet ê Donald Trump, serokê Dewletên Yekbûyî li Iraqê, di postekê de li ser platforma (X) ragihand: "Em êrîşa li ser qada Kormorê bi tundî şermezar dikin, ku wekî destdirêjiyek li ser tevahiya gelê Iraqê tê hesibandin".
Nûnerê taybet ê serokê Dewletên Yekbûyî di berdewamiyên peyama xwe de piştgiriya xwe ji bo Ali Faleh Zeydi, serokwezîrê Iraqê, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewildanên wan ên dîtina aliyên berpirsiyarê pêkanîna êrîşê û derketina pêşberî wan li gorî qanûnê û cezakirina wan de dubare kir.







