Îro Duşem, 9ê Çirîna Duyemîn a 2026an, Ofîsa Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê di daxuyaniyekê de, ku ji aliyê Şaneyên Ragihandina Ewlekariyê ve hatiye belavkirin, ragihand: «Bi serperiştiya û şopandina hûr a meydanî û hemahengiyeke bilind a istixbaratî, hêzên me yên çekdar berdewam in di şopandina mayînên terorê û rûxandina baregehên wan de, li her derê ku bin.»
Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku, li gorî agahiyên rast ên istixbaratî ji Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî û bi hemahengiya navenda lêkolîn û çavdêriya ezmanî ya Ofîsa Fermandeyê Giştî, li beşa operasyonên Kerkûkê, bi taybetî li herêma «Wadi Zghaytûn», tevgera sê çekdarên terorîst hatibû çavdêrîkirin. Li ser bingeha van agahiyan, di saet 12:21ê nîvro de, balafirên (F-16) bi awayekî rast û bi dîqeteke bilind lêdaneke ezmanî ya têkşikîner li hedefên diyarkirî xistin.
Ofîsa Fermandeyê Giştî her wiha ragihand ku, di heman herêmê de, tunêlekî terorîstan hatibû diyarkirin û di saet 1:30ê pişt nîvro de hate hedefgirtin û bi tevahî hate rûxandin. Di dawiyê de jî tekezî li ser vê yekê kir ku hêzên çekdar, bi hemû cure û pêkhateyên xwe, wek mertalekî bihêz û çavdêrekî vekirî dimînin ji bo parastina ewlehiya neteweyî û welatiyan.







