Îro, duşem, 9ê Çirîna Duyemînê, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Bexdayê bi Elî Zeydî, serokwezîrê federal, re civiya.
Her du alî bi tundtirîn awayî êrîşa terorîst a şeva borî li ser qada petrolê Kormorê şermezar kirin û li ser dawîanîna êrîş û destdirêjiyên li ser binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê li hev bûn.
Serokwezîrê federal behsa plana zêdekirina hilberîna neftê di salên bê de kir; li gorî vê planê, heta sala 2030’an ew ê bigihîje 7 milyon bermîlan rojane û di sala 2032’an de jî 10 milyon bermîl rojane, bi hilberîna qadên Herêma Kurdistanê re, ku nêzîkî yek milyon bermîl rojane ye. Wî herwiha dubare kir ku ev zêdebûn dê bandoreke erênî li ser pêşketin û aboriya Iraqê bike.
Di beşeke din a gotûbêjan de, li ser mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê nêrîn hatin guhertin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser girîngiya dabînkirina paya Herêma Kurdistanê di buceya federal a 2027’an de bi awayekî dadperwer û li ser bingeha Destûrê, bi rêzgirtina ji pergala federal û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê, tekez kir.
Di civînê de ev mijar hatin nîqaşkirin:
Birêvebirina qadên neftê: Li ser bingeha Destûrê, li ser mekanîzmayên birêvebirin û rêkxistina qadên neftê nîqaş hat kirin.
Hatina neftê û ne-neftê: Li gorî hemahengiya navbera her du wezaretên darayî yên Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê, li ser mekanîzmayên rêkxistina hatinên neftê û ne-neftê yên birêvebirî nîqaş hat kirin.
Muçeyên karmendên Herêma Kurdistanê: Her du aliyan li ser pêwîstiya berdewamkirina dayîna muçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, wek karmendên Iraqê, tekez kirin.
Buceya federal a 2027’an: Paya Herêma Kurdistanê û mekanîzmayên dabeşkirina paya herêmê li ser bingeha Destûrê divê bi awayekî be ku di berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê de be.
Qanûna neft û gazê: Li ser girîngiya lezgînkirina derxistina qanûna neft û gazê tekez hat kirin, bi awayekî ku bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên girêdayî hilberîn û hinardekirina neftê û rêkxistina birêvebirina çavkaniyên neftê.
Her du aliyan li ser girîngiya berdewamkirina hemahengî û hevkariya hevpar, danûstandin û têgihiştinê tekez kirin, wek bingehek ji bo çareserkirina mijarên mayînde, bi awayekî ku xizmeta berjewendiya hemû Iraqiyan bike.







