Di daxuyaniya ciwanên Neynewayê de hatiye: Em hevderdî û piştgiriya xwe ya tevahî ya mirovatî û neteweyî ji gelê hêja yê bajarê Hewlêrê re radigihînin. Sersaxî û serxweşiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên qurbaniyan, gelê hêja yê Hewlêrê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Ji Xwedêyê Mezin jî dixwazin ku giyanên qurbaniyan bi bihûştê şad bike û ji birîndaran re şîfayeke bilez, ji zirardîtîyan re jî tenduristî û saxlemî bide.
Ciwanên Neynewayê li ser xurtbûna peywendiyên dîrokî, civakî û çandî yên di navbera her du parêzgehan de, ku her tim di demên dijwar de xwe nîşan dane, tekez kirin û ragihandin: Di daxuyaniyeke yekgirtî de dibêjin ku êşa we êşa me ye û karesata we karesata me jî ye. Em wek endamên yek bedenê ne; di vê demê dijwar de em xwe parçeyek ji xem û nerehetiya gelê Hewlêrê dibînin û her tim wek zarokên welatekî li kêleka hev dimînin.







