Îro duşem, 16ê Çiriya Paşîn a 2026an, li bajarê Viyanayê, paytexta Avusturyayê, konferansa navneteweyî ya koçberiyê bi beşdariya nûnerên nêzî 20 welatan ji parzemînên Ewropa, Afrîka, Rojhilata Navîn û Asyayê dest pê kir û dê du rojan bidome.
Heyetek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Rêber Ehmed, wezîrê karên hundir, beşdarî konferansê dibe. Armanca sereke ya konferansê ew e ku li ser pirsa koçberiya navneteweyî, tevgera nifûsê, rêvebirina sînorên, parastina mafên penaber û koçberan, herwiha xurtkirina hevkariya di navbera welatên çavkanî, derbasbûn û wergirên koçberiyê de were gotûbêjkirin.
Tê payîn ku wezîrê karên hundir ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li kêleka konferansê bi nûner û berpirsên payebilind ên welatên beşdar re rêzek hevdîtin û civînên dualî pêk bîne, bi mebesta pêşkêşkirina stratejî, siyaset û hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê rêvebirina pirsa koçberî û penaberan de.
Babêtên sereke yên vê dewreyê ya konferansa navneteweyî ya koçberiyê balê dikişînin ser hevpariya di navbera welatan de ji bo rêvebirina dosyaya koçberiyê û kontrolkirina sînorên, bandora şer û krîzan li ser koçberbûn û vegerê, herwiha pirsa koçberiya karkeran û pêdiviyên bazara karê cîhanî.







