Îro, bi boneya Roja Ziman û Çanda Turkmenan, Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyamek ji hemwelatiyên Turkmen ên Herêma Kurdistanê û Iraqê re şand.
Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyama xwe de ragihand: “Bi boneya Roja Ziman û Çanda Turkmenan, ez bi germî pîrozbahiyê ji hemû hemwelatiyên Turkmen ên li Kurdistan û Iraqê bi giştî re dikim. Em li hebûn û rola wan a dîrokî û çandî bi rêz û qadrzanîn dinêrin.”
Di beşeke din a peyama xwe de, Neçîrvan Barzanî piştevaniya berdewam a Herêma Kurdistanê ji bo parastin û pêşxistina ziman, ronakbîrî û mafên çandî yên pêkhateya Turkmen û hemû pêkhateyên din piştrast kir.







