Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin: Ger nivîseke fermî derbarê vê mijarê yan jî mijareke din a wekhev bigihîje me, piştî şopandina encam û aliyên cuda yên vê xizmetê û wergirtina nêrîna dezgehên pispor ji aliyên qanûnî û ewlehiyê ve, em ê biryara pêwîst bidin.
Wezareta Veguhastin û Ragihandinê herwiha destnîşan kiriye ku divê her biryarek di vê derbarê de li gorî ronahiya Qanûna Wezareta Veguhastin û Ragihandinê ya hejmar 19 ya sala 2011 be, bi berçavgirtina berjewendiya giştî û pêşkêşkirina xizmeta herî baş ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê.







