Îro duşem, 16ê Çirî 2026, Masrour Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li konsolosê giştî yê nû yê Filistînê li herêmê kir. Serokê hikûmetê, li gel pîrozbahiyê ji ber destpêkirina erkê wî, hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest û amadebûna hikûmetê ji bo her cûre hevkarî û piştgiriyekê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, konsolosê giştî yê Filistînê silav û rêza Mehmûd Abbas, Serokê Filistînê, gihand Serokê Hikûmetê û li ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên du alî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Filistînê de tekez kir. Her wiha, spasiya helwest û piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê ji gelê Filistînê re kir.







